Li Hênê operasyon, zext û GBT

Di operasyona leşkerî de ya li bakurê Hênê hatiye destpêkirin, leşkeran bi ser malan de girtin û kontrola  693 kesî ya GBT'ê kirin.

Operasyona leşkerî ya ku di 10'ê mehê de li navçeya Hênê ya Amedê dest pê kiribû, duh saet di 22.00’an de bi dawî bû. Hate ragihandin ku operasyona bi beşdariya gelek yekîneyên taybet, polis û cerdevanan hatiye lidarxistin, bi helîkopteran jî hatiye destekkirin.

LEŞKERAN BI SER MALAN DE GIRTIN Û LI GBT'YAN WELATIYAN NÊRÎ

Di çarçoveya operasyonê de li ser rêyên ku diçûn deverên operasyonê nuqteyên kontrolê hatin danîn û bi ser gelek malan de hat girtin. Hat ragihandin ku di serdegirtinên malan û nuqteyên kontrolê de, leşkeran 693 kesî di Kontrola Agahiyên Giştî (GBT) re derbas kirine. Her wiha weke mirovan wesayît jî bi heman rengî di lêgerînê de hatine derbaskirin.