Li Hênê ji bo NA serdana dikandaran

Li navçeya Hênê di çarçoveya referandûma 16'ê Nîsanê de, ji bo xebatên 'NA' yê, HDP,DBP û TJA yê serdana dikandaran kir.

HDP, DBP û TJA’ê yên di çarçoveya xebatên referandûmê de li navçeya Hênê ya Amedê bi gel re civîya. Heyeta HDP, DBP û TJA ku di nava wan de Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Ziya Pîr jî hebû, bi gel re hatin cem hev û serdana dikandaran kirin.

Heyet li navenda navçeyê bi gel re civiya û rastî eleqeyek mezin a gel hatin. Li vir Wekîlê HDP'ê Ziya Pîr axaftinek kurt kir û diyarkir ku wê kesên dibêjin 'erê' bi qaneh bikin û wê heta 16'ê Nîsanê derî derî bigerin. Pîr wiha domand: "Bi gûhertina destûra bingehîn re wê demokrasî ji holê bê rakirin. Ji bo ku Kurd destkeftiyên xwe bi dest bêxin wê bêjin 'NA'. Bila Kurdan weke dijmin nebînin, em ê bi hev re welat avabikin."