Li Helebceyê rêze çalakiyên li ser Lozanê

Platforma Ciwanên Kurdistanê bi wesîleya 100 saliya Peymana Lozanê li Helebceyê gelek panel, semîner û merasîm lidar xistin.

Rêbwar Raûf ku tevlî paneleke di çarçoveya merasîmên sala 100’emîn a Lozanê de hat lidarxistin bû, got: “Tirkiye û Îran olê ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî bi kar tîne. Îran û Tirkiye cewhera rastî ya olê nanirxînin. Her du welat jî ji bo gelan li dijî hev rakin, olê bi kar tînin. Şefê faşîst Erdogan Îslamê tenê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne. Bi destê Îslama Siyasî bi salane desthilatdariya xwe didomîne.”

Aşna Qadir jî got: “Îro 40 milyon Kurd li welatê xwe nikarin bi zimanê xwe bixwînin û binivîsin. Ji ber polîtîkayên ku dewleta Tirk a faşîst li hemberî gelê Kurd pêk tîne, li Bakurê Kurdistanê bandorên qirkirinê hîn zêdetir tê hîskirin. Qirkirina çandî tenê bi qedexekirina ziman pêk nayê, di heman demê de li hemberî nirxên civakî yên Kurdan jî tê pêkanîn. Li Bakurê Kurdistanê goristanên şehîdan tên vekirin û hestiyên wan direvînin cihên cuda. Ev jî astekî cuda ya qirkirina çandî ye. Dewleta Tirk ji şehîdên Kurdan jî ditirse. Dewleta Tirk ji bo ku Kurd li qada navneteweyî mafên xwe neparêzin, goristanên şehîdan xirab dike û direvîne û wek din her cure hovîtiyê pêk tîne. Îro dewletên dagirker li dijî Kurdan sûcên qirkirinê pêk tîne.”

Her wiha aktîvîstên ku di panelê de axivîn, diyar kirin ku dewletên dagirker gelek agahî û belgeyên derbarê Kurdan hatine nivîsîn, tune kirine û yên tune nekirine jî ji xwe re kirine mal.