Li Heftanînê bi çekên giran çalakî hate lidarxistin

Hêzên gerîla li Girê Dûpişkê yê Heftanînê 2 caran bi çekên giran li leşkerên Tirk ên dagirker xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla û êrişên dagirkeriyê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Daxuyanî wiha ye:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de li herêma Heftanînê;

7'ê Tebaxê saet di 06:15 û 08:30'î de li qada Minînê li dijî dagirkerên li ser Girê Dûpişkê 2 caran bi çekên giran çalakî hate lidarxistin. Di van çalakiyan de bi rengekî serketî derb li hedefên hatine diyarkirin, hate xistin.

Dewleta Tirk a dagirker li herêma Avaşînê li pêşberî berxwedana serketî ya hêzên me xitimî ye. Dewleta Tirk a dagirker ku bi rêbazên şerê qirêj êrişê dibe ser tunelên şer, her roj gazên kîmyewî gelekî zêde bi kar tîne û sûcên şer dike. Artêşa Tirk a dagirker 9'ê Tebaxê saet di navbera 07:00-19:00 de li herêm Avaşînê 5 caran bi gazên kîmyewî êriş bir ser tunelên şer ên li qada Werxelê. Heman rojê saet di navbera 11:30-22:40'î de tunelên şer ên li Girê Sor û Werxelê hatin bombekirin.

Liv û tevgera droneyan a li ser herêmê dewam dike.

9'ê Tebaxê saet di navbera 12:00-18:00'an de li herêma Garê qada Kafyayê bi balafirên şer 2 caran hate bombekirin.

9'ê Tebaxê saet di navbera 21:10-01:30'an de li herêma Avaşînê helîkopter li ser qadên Banista, Tabûra Ereban, Girê Silêman û Girê Spî geriyan.

Di van êrişên artêşa Tirk a dagirker de tiştek bi hêzên me nehatiye."