Li Heftanînê 3 dagirker hatin cezakirin

Gerîlayên YJA Starê li Heftanînê di 27'ê Hezîranê de çalakî li darxistin. Hate ragihandin ku di çalakiyê de 3 dagirker hatin cezakirin û kozikek hate rûxandin. Çalakî ji bo bîranîna Zîlan hate lidarxistin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya li ser mijarê wiha ye:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de;

Hêzên me yên YJA Starê roja 27'ê Hezîranê saet di 08:30'î de li qada Keşanê ya herêma Heftanînê li dijî dagirkerên li ser Girê Koxê Mele Yehya çalakî kirin. Di vê çalakiyê de bi qasî ku hate tespîtkirin kozikek bi temamî hate rûxandin û 3 dagirkerên tê de hatin cezakirin.

Ev çalakiya bi bandor ku ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin, ji bo bîranîna salvegera şehadeta fermandara me ya fedayî hevrê Şehîd Zîlan (Zeynep Kinaci) hate kirin.

Têkildarî liv û tevgera dijmin a li herêmên Avaşîn û Zapê;

29'ê Hezîranê saet di navbera 20:40 û 23:30'î de li herêma Avaşînê helîkopter li ser qadên Mervanos, Banîsta, Mam Reşo, Girê Spî, Sîlsîleya Girê Sor geriyan.

28'ê Hezîranê saet di navbera 13:30 û 14:00 de li herêma Zapê balafiran bombe li qada Sîdayê barandin.

29'ê Hezîranê saet di 21:00 de li herêma Zapê qada Çemço bi obusên ji qereqolên li ser sînor hatin avêtin, hate bombekirin.

Ji ber van bombardûmanan tiştek bi hêzên me nehatiye."