Li Heftanîn û Mêrdînê çalakî: 2 leşker hatin kuştin -NÛ BÛ

Gerîlayên HPG û YJA Starê li Mêrdîn û Heftanînê çalakî li dar xistin û diyar kirin ku bi qasî hatiye tespîtkirin 2 leşker hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyên gerîlayan û êrîşên dagirker daxuyaniyeke nivîskî weşandin.

Di daxuyaniya HPG’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Heftanînê de hêzên me di 5’ê Mijdarê de saet di 11.00’an de li dijî artêşa Tirk a dagirker ên li Girê Şehîd Şêxmûs çalakiyek li dar xistine. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar ên dijmin nehatine tespîtkirin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker bi balefirên şer qada çalakiyê bomberdûman kiriye. Yekîneya me ya ku ev çalakî li dar xistine, bi silametî vegerîyane baregeha xwe.

MÊRDÎN

Di 18'ê Cotmehê de hêzên me li dijî yekîneyeke artêşa Tirk a dagirker a li nêzî gundê Badibê ya Bagoka Mêrdînê çalakiyeke sabotajê li dar xistiye. Di vê çalakiyê de 2 leşkerên dijmin hatine kuştin.

ÊRÎŞÊN HEWAYÎ

Artêşa Tirk a dagirker li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşên hewayî li dar xistiye. Di vê çarçoveyê de balefiran di 5’ê Mijdarê saet di 15.50’an de qada Tepê Sor a Avaşînê û di 6’ê Mijdarê de jî qadên Xantûr û Girê Koordîneyê yê Heftanînê û Qada Şehîd Serxwebûn a Qendîlê bomberdûman kirine.”