Li gundên Şirnexê derketina derve hate qedexekirin
Li herêmên Gundikremo, Girê Çolya Akira, Besta û Kela Memê yên Şirnexê, 15 rojan qedexeya derve hate ragihandin.
Li herêmên Gundikremo, Girê Çolya Akira, Besta û Kela Memê yên Şirnexê, 15 rojan qedexeya derve hate ragihandin.
Li gund û herêmên Gundikremo, Girê Çolya Akira, Besta û Kela Memê yên Şirnexê qedexeya derketina derve hate ragihandin û hate diyarkirin ku rê li koçerên diçin zozanan jî tê girtin.
Çavkaniyên herêmî ji ajansa me re ragihandin ku duh danê êvarê amadekariyên artêşa Tirk ên ku li herêmê derkeve operasyonê dest pê kirine.
Tê ragihandin ku wê artêşa Tirk li herêmê operasyoneke berfireh bide destpêkirin.