Li gundê Talatê teqîneke dijwar rû da

Li gundê Talatê yê Nisêbînê, ku ev 8 roj in dor lê hatiye girtin, danê vê sibehê teqîneke dijwar rû da. Xirbeyên xaniyên hatine xerakirin jî bi qemyonên DSÎ ji gund tên derxistin.

Gundên Talatê û Cibilgirav ên navçeya Nisêbîn a Mêrdînê, ev 8 roj in ji aliyê leşkerên Tirk ve hatine dagirkirin.

Li gundê Talatê hê jî gelek leşker hene. Hat ragihandin, danê vê sibehê teqîneke dijwar li nava gund rû da.

Gundiyan gotin, leşkerên Tirk danê sibehê anons kirine û ji wan xwestine ku dernekevin derve.

TEQÎNÊ GUND HEJAND

Gundiyekî diyar kir, teqînê danê sibehê rû da û got, "Teqîn gelekî dijwar bû. Ji ber teqîn gund bi temamî hejiya. Hê jî ava me nîne. Em dixwazin ev dorpêçî ji ser gundê me rabe. Daxwaza me ev e."

XIRBEYÊN XANIYAN JI GUND TÊN DERXISTIN

Gundiyekî din jî da xuyakirin, ku hin xanî weke qereqolê tên bikaranîn û xirbeyên xaniyên hatine hilweşandin jî bi qemyonên saziya Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) ve ji gund tên derxistin.