Li gundê Kertwên a Nisêbînê 6 kes hatin binçavkirin

Li gundê Kertwên ê girêdayî navçeya Nisêbîn a Mêrdînê ku di saetên sibehê de derketîna ji derve lê hate qedexe kirin, di serdegirtina malan de 6 kes hatin binçavkirin.

Piştî di saetên sibehê de ji aliyê Walîtiya Mêrdînê ve derketina ji derve li gundê Kertwên ê girêdayî navçeya Nisêbînê hatî qedexekirin, li herêmê operasyona leşkerî hatE destpêkirin.

Di operasyon bi gelek wesayîtên leşkerî hate despêkirin e, di ser hemû malan de hate girtin. Piştî lêgerîna demek dirêj a leşkeran, Zekî û xuşka wî Bêrîvan Aygun, Suleyman Aygun, Huseyîn Mutlu, Azîz Mutlu û kesek navê wî nehatî zanîn hatin binçavkirin.

Gundiyên bi navê C.A diyarkirin ku li malan lêgerineke pir berfireh hatiye kirin û zext hatiye kirin.

Li gundê ku tevgera leşerî bi qismî dawî bûye, beşeke leşkeran ji gund vekişiyane.