Li gund kedkar, li bajêr berxwedêr

Abdulkadîr Ekîncî yê ku li gund kedkar û hilberîner e, li bajêr di berxwedanê de bi deng û rengê xwe xwedî li vîna xwe derdikeve. 

Kalemêrê Kurd ê 67 salî Abdulkadîr Ekîncî, yek ji berxwedêrên çalakiyên li dijî qeyûm e. Geh li gundê xwe di baxçeyê ku berî 7 salan çandiye de kedkariyê dike, geh di nava hefteyê de tevlî çalakiyan dibe. Destên wî ji qalikên guzan reş bûne. Lê ruxmê temenê wî yê dirêj jî, Ekîncî wekî gelek kal û dayikên Kurdistanî her roj li Kolana Lîseyê ya Amedê li dijî faşîzma AKP-MHP’ê di berxwedanê de ye. 

Ekîncî di jiyana xwe ya 67 salan de bi gelek zehmetiyan re rû bi rû maye. Ji ber bûyerên xwînî yên bingeha xwe ji paşverûya civakê digire, ji gundê Qêmêz (Çankaya) Şemrexa Mêrdînê koçî navçeya Sûrê ya Amedê kiriye. Ekîncî got ku dema ew ji gundê xwe derketiye hêj 12 salî bûye, der barê wan rojan ev tişt got: “Me wê demê gelek êş û zorî kişand, dikarim bêjim mala me talan bû. Birayê min ê ji min mezintir hat girtin.”

TRAJEDIYA KURDAN

Her pirsa ku Ekîncî bersivê dide, kêliyekê jiyan û zehmetiyên wê demê ji gotinên wî diherike. Li ser pirsa dema we koçî Sûrê kir, ji derveyê Kurdan gelên cuda li Sûrê hebûn? Ekîncî wiha behsa trajediya hin welatiyên Kurd ên ji komkujiya Geliyê Zîlan filitîne dike û dibêje: “Ji xwe wê demê kesî behsa Kurdan nedikirin. Hin Kurdên ji komkujiya Geliyê Zîlan û Agiriyê xilas bibûn hatibûn vir. Rewşa wan gelek xirab bûn, li ber deriyan parsekî dikirin û ji welatiyan nan dixwastin.”

TRAJEDIYA ERMENIYAN

Polîtîkaya qirkirinê ya dewleta Tirk berî sed salî çibe, îro jî bi rêbazên cuda dewam dike. Hemû civakên ku li ser vê axê ne, para xwe ji van qirkirinan girtine û îro jî dewam dike. Ekînci destnîşan kir ku wê demê li Sûrê pir kêm welatiyên Ermenî jî hebûne û wiha pêde çû: “Welatiyekî Ermenî hebû, ji ber zilm û çewisandinên lê kirin, koçî Stenbolê kir.”

GELEK BÛYER LÊ PEYDA BÛN

Ekîncî, hêj di temenê zarokatiyê de ji ber bûyera xwînî bi malbata xwe re erdên xwe dihêle û ji gundê xwe derdikevin, li Amedê jî gelek bûyer tên serê wan. Li vir birayê wî tê kuştin û ew jî heman rojê kesê ku birayê wî dikuje, ew jî wî dikuje. Ka em bi hev re bîraniyên Ekîncî yên wê deme guhdar bikin: “Di 74’an de ev bûyer hat sere me. Ez 3-4 salan di girtîgeha Saraykapiyê de mam. Ez di 77’an de ji girtîgehê reviyam û çûm Nisêbînê, min zivistana xwe li wir xilas kir û piştre ez çûm Îzmrê, ji wir çûm Stenbolê.”

HEMALTÎ, XIZANÎ Û HEW...

Jiyaneke zêde ya Ekîncî li bajarên Tirkiyeyê derbas bûye. Ekîncî bi lêv kir ku ew salekî li Îzmîr, 18 salan li Stenbol û 6 salan jî li Mêrsînê maye. 25 salên jiyana Ekîncî ya li bajarên Tirkiyeyê bi hemaltî, karkeriya zeviyan û qaçaxçîtî derbas dibe. Ji ber karên qaçaxçitiyê 7 mehan di Girtîgeha Kocaeliyê de girtî dimîne. Piştî ew qas sal, careke din vedigere welatê xwe. Ekînciyê ku di axaftinên xwe de ji Amedê re dibêje Ciyarbekir wiha behsa vegera welat dike: “Ji xwe ez ji ber bûyerê siyasî çûbûm Mêrsînê. Min li wir demekê dikan da xebatê. Min dît nabe, em 2002’yan de hatin Amedê. Demekê em li Amedê man, aboriya me ne baş bû, ez çûm gund. 7 salan li gund mam. Min baxçe danî, mal ava kir. Niha jî dem bi dem diçim û têm.”

EKINCÎ: ÇETE DEWLETÊ BI RÊVE DIBIN

Kalemêrê Kurd got ku dema ew li Stenbolê bûye, her roj di çalakiyan de mafên xwe parastine û der barê çalakiya îro li dijî qeyûm de jî ev tişt anî ziman: “Dewleta Tirk bi destê çeteyekê tê bi rêvebirin. Heq û hiqûq ji holê rabûye. Berê Ergenekon hebû, îro jî bi hevkariyên nû çeteyek welat bi rêve dibe. Hemû aboriya welat di destê vê çeteyê de ye, heke aborî biqede, dê ew jî biqedin. Têkoşîna me jî li dijî vê çeteyê ye, divê em xwedî li demokrasî û aştiyê derkevin. Mafên xwe biparêzin.”

‘DIVÊ EM MAFÊN XWE BIPARÊZÎN’

Abdulkadîr Ekîncî derbirî ku hemû mafên jiyanê li Kurdan hatiye qedexekirin, divê partiyên wan, tevgerên jin û ciwanan, sazî û dezgehên Kurdistanî alternatîfa xwe ava bikin û li dijî vê bêhiqûqiya heyî xwedî li mafên xwe derkevin. Ji bo wê jî ev bang kir: “Divê civak rabe ser piyan. Em tu carî bê alternatif nînin. Em xurtin û em dikarin jiyana xwe bi her awayî ava bikin. Ji bo wê jî kî/ê çi ji destê wan tê bike. Tevli çalakiyan bibe, li tax, gund û bajaran xwe bi rêxistin bike. Her kesê ku pêşeroja zarokên xwe û gelê xwe difikire, divê vê zilmê qebûl neke. Her roj cihê xwe di van çalakiyan de bigire.”

‘XESP KIRIN BÊŞEREFIYA HERÎ MEZIN E’

Ekîncî,herî dawî polîtîkaya AKP’ê ya qeyûm wekî xespkirina mafan pênase dike û nerazîbûna xwe wiha dide nîşan: “Heke piçek rûmet di qeyûm de heba, dê îstifa bikira. Ez bûma minê tu carî ev bêşerefiya qebûl nekira. Destaserkirina vîna gelan, bêşerefiya herî mezin e.”