Li gorî hejmara dewleta tirk 40 kes ji ber erdhejê mirin

Li gorî hejmara ku ji aliyê dewleta Tirk ve hate eşkerekirin ji ber erdheja li Xarpêtê 40 kesî jiyana xwe ji dest dan. Kampanyayên ji bo alîkariyê dewam dikin. Hikumet jî ketiye pey lêpirsîna hesabên medya civakî.

Hejmara mirovên ji ber erdheja bi dijwariya 6.8 pileyî ya li Xarpêtê gihîşt 40 kesî. Ji ber erdhejê 1607 kes birîndar bûn. Li taxa Mûstafa Paşa, karê lêgerîn û rizgarkirinê bi dawî bûn. Li taxa Sursuru li Apartmana Dîlekê karên lêgerîn û rizgarkirinê dewam dikin.

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca ragihand ku 1607 kesî serî li nexweşxaneyan dane, tedawiya 86 welatiyan li nexweşaneyan dewam dike. Koca got, "18 welatiyên me di beşa lezgîn de tên dermankirin. Welatiyên ku rewşa wan giran e nîne."

Piştî erdhejê 72 avahî bi temamî hilweşiyan. Xisar li 514 avahiyan bû, di asta kêm û navîn de xisar li 409 avahiyan bû.

Wezîrên Tirk diyar kirin ku xebatên ji bo hilweşîn û tespîtkirina li avahiyan dest pê kiriye û wê 41 hezar TL alîkariyê bi avahiyên xisara giran li wan bûye bê kirin.

RAPORA TMMOB'Ê

Desteya Koordînasyona Bajarê Amedê ya TMMOB'ê ku li herêma erdhejê lêkolîn kir, rapora xwe eşkere kir. Di raporê de hate gotin, "Hate tespîtkirin ku di encama avahîdanîna bêkontrol avahî hilweşiyane."

JI AMEDÊ ALÎKARIYA BI 2 QEMYONAN

Bi pêşengiya Yekîtiya Ode û Borsayan a Tirkiyeyê (TMMOB) Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) û Borsaya Bazirganiyê ya Amedê (DTB) bi 2 qemyonan alîkariya bingehîn ji mexdûrên erdheja li Xarpêtê û Meletiyê re şandin.

HUNERMENDÊN MERSÎNÎ DEST BI KAMPANYAYÊ KIRIN

Xebatkarên Atolyeya Hunerê ya Xweser a ku li Mersînê ji bo hunera alternatîf li hev kom bûn, ji bo malbatên xisar ji erdhejê dîtine dest bi karê alîkariyê kirin. Muzîsyen wê sê rojan li kolanên herî qelebalix ên bajêr bistirên û alîkariyê kom bikin.

50 KES KETIN BER LÊPIRSÎNÊ

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê jî der heqê 50 kesên piştî erdhejê li medya civakî parvekirin kirin, dest bi lêpirsînê kir. Bi îdîaya "gel xistine nava fikaran, tirsê û panîkê" û "Miletê Tirk, Dewleta Komara Tirkiyeyê û saziyên dewletê biçûk xistine" der heqê wan kesan de dest bi lêpirsînê kir.