Li gorî AKP'ê, yên li Cizîrê hatine kuştin, 'sûcdar' in

Mehmet Erdogan ê 75 salî, ku li Cizîrê kîsikê nan di destan de bû û ji aliyê polîsan ve bi guleya li serî ketî hate kuştin û cenazeyê wî bi rojan li naverastê hate hiştin, ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve ji ber ku 'ji malê derket' sûcdar e.

Li navçeya Cizîr a Şirnexê, 130 kes di dema 'qedexeya derketina derve' ya herî dawî de, li sê jêrzemînîn avahiyan ji aliyê polîs û leşkeran ve hatin şewitandin û kuştin. Di dema qedexeya derketina derve de bi dehan kes li malên xwe yan jî li nava kolanan hatibûn uştin.

Li taxa Cûdî ya Cizîrê, bavê 5 zarokan Mehmet Erdogan ê 75 salî, di 11'ê Îlona 2015'an de ji bo nan bîne mala xwe ji malê derket, lê belê bi guleya polîsên Tirk ku li serê wî ketî, jiyana xwe ji dest da.

3 rojan destûr nehate dayin ku cenazeyê Erdogan ji naverastê bê rakirin. Cenaze 3 rojan, tevî kîsikê nan ê di destan de li erdê ma û piştî ku qedexe hate rakirin, ji aliyê heyeteke ku hat navçeyê, hate rakirin.

Piştî kuştina Mehmet Erdogan, malbatê û parêzeran li Dadgeha Îdarî giliyê Wezareta Karên Hundir kir. Muşawîriya Hiqûqê ya Wezareta Karên Hundir a Tirk, bersiveke sosret da dadgehê.

Wezaretê diyar kir, ku Mehmet Erdogan di dema 'qedexeya derketina derve' de li gorî qedexeyê tevnegeriya ye, ji mala xwe derketiye, lewma ti qisûra Midûriyeta Emniyetê ya li navçeya Cizîrê û personelên din ên wezîfedar nîne.

Wezareta Tirk di parastina xwe de îdîa kir, ti delîl nîne ku nîşan bide wezîfedarên ewlekariyê bi zanebûn gule berdaye.

Wezareta Karên Hundir a Tirk îdîa kir, ku di dema 'qedexeya derketina derve' de pêşî li mirovan nehatiye girtin ku biçin dermanfiroş û nexweşxaneyê.