Li Gola Wanê dema avjeniyê ye

Li Gola Wanê dema avjehiyê ye. Bi germbûna hewayê re gel berê xwe dide Gola Wanê û xwe hênik dike.

Li Gola Wanê ku mezintirîn gola soda ya dinyayê ye, bi germbûna hewayê re mirov dikevin nava ava wê û xwe hênik dikin. Bi taybetî li navçeyên Artemêtan, Westan, Erdîş ên Wanê û Tetwan û Adilcewaz ên Bedlîsê mirov dikevin Gola Wanê. Li Gola Wanê ku hîn jî peravên xwe yên paqij hene, bi taybetî zarok dikevin avê. Li derdora Gola Wanê ku berhemeke bêhempa ya xwezayî ye gelek avahiyên dîrokî hene.

Li Gola Wanê û derdora wê bi sedan cûreyên çivîkan hene. Wekî din masiyekî xwe yê xweser heye ku li dinyayê tenê li Gola Wanê heye.

Ji ber bedewiya xwe ya xwezayî û avahiyên dîrokî yên li giravên xwe Gola Wanê balê dikişîne û her sal bi hezaran tûrîstên xwecihî û biyanî serdana Gola Wanê dikin. Li gel vê bedewiya xwe ji ber ku ava wê bi soda ye, tê gotin ku dermanê gelek nexweşiyan e.

Bi destpêkirina havînê re ji Amed, Agirî, Îdir, Colemêrg, Mûş, Şirnex û gelek bajarên din bi hezaran mirov ji bo avjeniyê tên Gola Wanê. Li Gola Wanê mirov bi giranî di navbera mehên Hezîran û Îlonê de avjehiyê dikin. Piştî meha Îlonê ava golê sar dibe.