Li girtîgehê êrîşî endamên meclîsa şaredariyê kirin

Bi gotina 'faşîzm hat' li girtîgehê êrîş li endamên meclîsa Şaredariya Erdîşê yên DBP'yî hate kirin. Mexdûran bi rêya malbatên xwe agahî dan û gotin, "Çi dibe bila bibe em ê serî netewînin."

Endamên Meclîsa Şaredariya Erdîşê ya DBP'yî Nûrî Çîçek û Mecît Sargût, ku li navçeya Erdîş a Wanê ji ber tevlî daxuyaniya çapameniyê ya "xwerêveberiyê" bûn hatin girtin, li girtîgehê bûn hedefa êrîşê. Girtiyan bi rêya malbatên xwe li ser êrîşê agahî dan.

Hilbijartiyên hatine girtin anîn ziman, ku Îdareya Girtîgeha Tîpa T a Wanê timî wan tehrîk dike û destnîşan kirin, ku êrîşa li dijî wan plankirî ye.

Girtiyan ragihandin, ku îdareya girtîgehê ji wan re gotine "Hûn ê bibînin bê faşîzm çi ye. Faşîzm hat" û li wan daye. Malbatan gotin, ji ber êrîşê Sargût û Çîçek birîndar bûne û Çîçek piştî êrîşê sirgûnî Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Wanê hatiye kirin û nehatiye tedawîkirin.

Girtiyan diyar kirin, êrîş ji berê ve hatiye plankirin û got, "Bi rojan em tehrîk dikirin. Bi rengekî kêfî av li ser me dibirîn. Nedihiştin hevalên me yên birîndar werin dermakirin. Bi heqaretê bersiv dida her daxwazeke me. Dema me got, ya tê kirin pêkanîneke faşîst e û li dijî qanûnan e, êrîşî me kirin. Tîmên destwerdanê yên ketin odeyên me, bi gotina 'faşîzm hat' êrîş kirin. Hin hevalên me bi rengekî cidî birîndar kirin."

Girtiyan dan zanîn, ku rêveberiya girtîgehê piştî vê êrîşê ji wan re gotiye, ku ya wê serî li ber îdareyê bitewînin ya jî timî bi vî rengî nêzî wan bibin û got, "Şert û merc çi dibin bila bibin, em ê serî netewînin."