Li girtîgehan tetbîqata kincên yek reng tê kirin

Li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Tarsûsê, tetbîqata kincê yek reng tê kirin.

20'ê Hezîranê 80 girtiyên jin ên ku sirgûnî Girtîgeha Girtî ya Tîpa T'a Tarsûsê ya jinan hatin kirin, leşker, polîs û gardiyanan êşkence li wan kiribûn. Ji wê demê ve êrîş û tundiya ku rêveberiya  girtîgehê li girtiyên jin dike bi rêya parêzeran tê ragihandin. Her wiha têkiliya bi rêya telefonê ya bi girtiyan re jî hatiye qutkirin. Ji ber vê jî 52 jinan li dijî êşkenceya li girtiyan tê kirin û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 8'ê Tebaxê de ji bo 5 rojan dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Ji van jinên ku dest bi grevê kirin 12 jinan jî dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Yek ji jinên dest bi grevê kiriye Remziye Daşlik e.
 
Bavê Remziye Daşlik, Sabrî Daşlik anî ziman ku keça  wê sala 2005'an bi hinceta endama rêxistinê ye li malê hatiye binçavkirin û 4 mehan li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T'a Amedê maye û wiha got: "Keça min piştre tahliye bû. Lê belê doza lê hatibû vekirin dewam kir û di encama dozê de 4 sal û 4 meha ceza li keça min hat birîn. Lê keça min li derve bû. Piştre di 20'ê Tebaxa 2016'an de gava ku keça min dihate malê li ber derî polîsan wê rawestand û bi îdîaya ku 'bombeya zindî ye' û  ji ber nasnameya xwişka wê jî li cem wê bû ew kirin binçavan û piştre jî hate girtin û wê şandin Girtîgeha Girtî ya Tîpa T'a Amedê."
 
TETBÎQATA KINCÊN YEK RENG

Sabrî Daşlik di dewama axaftina xwe de got, keça wî piştî  6 mehan di Girtîgeha Girtî ya Tîpa T'a Amedê de ma, piştre sirgûnî Girtîgeha Girtî ya Tîpa T'a Xarpêtê hate kirin û wiha domand: "Di meha Sibatê de sirgûn kirin û li wê girtîgehê jî 6 mehan  hate girtin. Li wir jî li girtiyan êşkence dihate kirin û tetbîqata kincên potên yek reng jî dihat kirin. Piştre jî keça min  sirgûnî Girtîgeha Girtî ya Tîpa T'a Tarsûsê ya jinan  hat kirin û ev nêzî mehek û nîvê ye keça min li wir e. Sê hefteyên keça min li wê girtîgehê qediyan. Ez çûm hevdîtinê, gava ku em diaxivîn telefon hate birîn, keça min rabû û çû. Keça min dît ku deriyê diçe qewişê vekiriye ji wir derbas bû. Piştre gardiyan jê re dibêjin 'te çawa derî vekiriye', keça min jî gotiye ku 'derî vekirî bûye ez jî hatim'. Ji ber vê jî ev weke sûc hatiye dîtin û dixwazin 3 mehan cezayê hucreyê bidinê. Her wiha gava ku em diçûn hevdîtinê jî gardiyan li ber me disekinîn."
 
'LI DIJÎ ÊŞKENCE Û TECRÎDÊ DEST BI GREVÊ KIRIN'

Daşlik ragihand, ku keça wî ev nêzî 20 roj in di greva birçîbûnê de ye û got, "Keça min ji ber zilm û zordestiyê, ji ber êşkenceya ku li wan tê kirin û tecrîda ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê kirin dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kir. Lê ji aliyekî ve jî rastî heqerata gardiyanan tên. Her wiha sê mehan qedexeya telefonê anîn û piştre bi sê mehan  dîsa qedexe anîn ser û bi tevahî 6 mehan cezayê qedexeya telefonê lê hat birîn. Ji aliyekî din ve jî gardiyanan kincên wan ji destê wan girtine û gotine ku wê kincên yek reng bidin wan."

'NAXWAZIM DILÊ TI DAYIKAN BIÊŞE'

Dayika Remziye Daşlik, Saadet Daşlik a ku ji ber keça wê ketiye girtîgehê nexweşiya wê ya şekir û tansiyona wê zêde bûye wiha got: "Ez dixwazim keça min serbest berdin. Gava ku keça min hate girtin nexweşiya min zêde bû. Îro dilê min şewitî naxwazim ku êdî dilê dayikeke din bişewite. Êdî  bila dawî li vê êşkenceyê bê anîn."