Li Girtîgeha Xarpêtê êşkence li du girtiyan kirin

Di hevdîtina bi rêya telefonê ya li gel malbatên xwe gitî Huseyîn Bag ê binpêkirinên mafê mirovan û zext anî ziman, ragihand ku êşkence li du hevalên wî kirine.

Huseyîn Bag ê li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Hejmar 2 a Xarptê tê ragirtin, bi rêya telefonê li gel malbata xwe axivî û binpêkirinên li girtîgehê vegot.

Bag anî ziman ku 3 rojên dawî zext û binpêkirinên mafan zêdetir bûne, gardiyan tavêjin ser qaqîşan û êşkenceyê li girtiyan dike.

Malbata ku nerazîbûn nîşanî zextên li girtiyan tê kirin da û got: “Piştî êşkence li du hevalên wî hatine kirin, rûyên wan mane di nava xwînê de. Bê ku hincetek hebe êrîşî wan tê kirin. Timî tavêjin ser qawîşan û lêgerînê dikin, kelûpelên wan belav dikin. Cezayê girtiyan dawî dibe, 5 mehan radigirin. Girtiyên nexweş hene, lê nayên berdan. Greva birçîbûnê ya li dijî binpêkirinên mafan hene.”

Malbatê serî li Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) da, daxwaz ji rêxistinên mafê mirovan û hiqûqnasan kirin ku li dijî binpêkirinên mafan bikevin tevgerê.