Li Girtîgeha Tîpa T a Wanê êşkence û gefên kuştinê!

Dayika girtiyê bi navê Hamît Dûman, Halîme Duman diyar kir kir ku kurê wê Hamît dema ji Girtîgeha Leşkerî ya Agiriyê sirgûnê Girtîgeha Tîpa T a Wanê hatiye kirin, rastî lêdana dehan gardiyanan hatiye û got, "Gefên kuştinê li kurê min hatine kirin."

Piştî Rewşa Awarte, li Girtîgeha Tîpa T û Tîpa F a Wanê binpêkirinên mafan zêde bûn û qet ji rojevê dernakeve. Dayika girtiyê bi navê Hamît Dûman, Halîme Dûman a ji beriya çend rojan çû serdana kurê xwe diyar kir ku bi dehan gardiyanan li kurê wê dane.

‘ÊŞKENCE Û GEF’

Dayik Dûman da zanîn ku kurê wê di sala 2009’an de bi hinceta ‘endamê KCK’ê’ ye hate girtin û di girtîgehê de nexweş ketiye. Dûman anî ziman ku kurê wê dema ji Girtîgeha Leşkerî ya Agiriyê sirgûnî Girtîgeha Tîpa T a Wanê hatiye, ji aliyê gardiyanan ve hatiye derbekirin kirin û wiha axivî: “Dema kurê min sirgûnî Girtîgeha Tîpa T a Wanê hate kirin, rastî lêdan û heqeretê hat. Di 07.11.2017’an de ez çûm serdana kurê xwe, li ser rûyê wî û laşê şopên êşkence û lêdanê hebûn. Li kurê min êşkence kirin û gefên kuştinê lê xwarine. Kesên ku êşkence li kurê min kirine ji kurê min re gotine, divê bi ti awayî agahiya malbata te û raya giştî jê çênebe. Heger tu agahiyê bidî malbata xwe, wê malbata te jî bikeve xeteriyê.”

‘NEXWEŞ KETIYE’

Dûman anî ziman ku ji ber êşkenceya giran derûniya kurê wê xirab bûye û wiha pê de çû: “Ligel ku bi dehan gardiyanan bi hev re êrîşî kurê min kirine jî, kurê min nayê derman kirin. Dixwazin li girtîgehê rûmeta zarokên me bişkênin. Ji girtîgeheke din dibin girtîgehek din êşkenceyê li zarokê me dikin. Ev çi zilim û zordarî ye? Ne zarokên me vê zilmê qebûl dikin, ne jî em vê zilmê qebûl dikin. Me zarokên xwe bi xwînê mezin nekirine, me bi nan û ava helal mezin kirine. Ez dayika tevahiya girtiyan im, çi dibe bila bibe, em dest ji doza xwe bernadin û em gav paş de navêjin.”

‘NAYÊ DERMAN KIRIN’

Dayik Dûman destnîşan kir ku kurê wê di girtîgehê de bi nexweşiyê ketiye û wiha got: “Mafê ti kesî nîne di girtîgehê de êşkenceyê li zarokên me bike. Li girtîgehê zarokên me tazî di lêgerînê de derbas dikin û dixwazin bi gefan wan biçewisînin. Lê ti kes li hemberî vê zilmê serê xwe natewîne. Em Kurd in, xwedê em dane li ser dinyayê û ev ziman daye me. Kurê min ji ber şert û mercên ne baş yên girtîgehê nexweş ketiye û ligel vê yekê jî nayê derman kirin.”