Li girtîgeha Hewlêrê 40 roj in Dag û Er di greva birçîbûnê de ne

Li girtîgeha Hewlêrê 40 roj in Mazlûm Dag û Abdûrrahman Er ku miameleya xirab li wan tê kirin, di çalakiya greva birçîbûnê de ne.

Di 17 Tîrmeha 2019’an de li dijî wezîfedarê Sefaretxaneya Tirkiyeyê ya Hewlêrê dîplomatê Tirk Osman Kose êrîş pêk hat. Di êrîşê de Kose û welatiyê Iraqê Nerîman Osman û welatiyê ji Hewlêrê Beşdar Ramazan jiyana xwe ji dest dan. Mazlûm Dag û Abdurahman Er bi sedema vê êrîşê hatibûn girtin. Dag û Er li Girtîgeha Hewlêrê tên ragirtin.

Mazlûm Dag û Abdurrahman Er, ji roja ku xistin Girtîgeha Hewlêrê û vir ve binpêkirina mafên wan timî dikeve rojevê. Mazlûm Dag û Abdûrrahman Er herî dawî ji ber zexta li xwekirina cilên bi yek tîpî di 18’ê Gulanê de ketin greva birçîbûnê. Çalakiya Dag û Er di roja 40’an de didome.

Dag û Er li dijî kiryarên xerab û êşkenceyê di 28’ê Îlona 2022’an de dest bi greva birçîbûnê kiribûn û ji ber ku daxwazên wan wê demê hatibûn qebûlkirin di roja 14’an a grevê de çalakî bi dawî kiribûn.

Her wiha herdu girtî di 13’ê Sibata 2022’an de jî li hemberî binpêkirina mafan ketibûn rojiya mirinê. Piştî ku soz hate dayin ku wê dawî li binpêkirinan bê anîn çalakî di roja 9’an de bi dawî bûbû.