Li Girtîgeha Bedlîsê testa koronayê ya 50 girtiyan pozîtîf derket
Li Girtîgeha Tîpa E ya Bedlîsê testa Covîd-19 a 50 girtiyan pozîtîf derket.
Li Girtîgeha Tîpa E ya Bedlîsê testa Covîd-19 a 50 girtiyan pozîtîf derket.
Girtiyên li Girtîgeha Tîpa E ya Bedlîsê îro di telefonê de ji malbatên xwe re ragihandin ku testa Covîd-19 a 50 girtiyan pozîtîf derketiye.
Girtiyan diyar kirin ku qawîşek ketiye karantînayê. Hate ragihandin ku xizmên girtiyan dema telefonî girtîgehê kirine, rêveberiya girtîgehê agahî nedane wan.
Hate diyarkirin ku parêzeran jî telefonî rêveberiya girtîgehê kirine lê wan jî nekarîne agahiyan bi dest bixin.