Li Girê Xwedê çalakiya sekvaniyê

Gerîlayên HPG’ê li Girê Xwedê yê girêdayî Herêma Barzan a Başûrê Kurdistanê çalakiyeke sekvanî kirin û di çalakiyê de leşkerekî Tirk hate kuştin.

Li gorî agahaiyên ji çavkaniyên herêmî hatin girtin, gerîlayên HPG’ê duh li Girê Xwedê yê Herêma Barzan  a Başûrê Kurdistanê çalakiyeke sekvaniyê kiri û di vê çalakiyê de leşkerekî Tirk hatiye kuştin.

Heman rojê artêşa Tirk a dagirker saet Girê Xeregol û derdorî wê bi hewanan topbaran kirin.

Têkildarî çalakiyê heta niha Navenda Ragihandinê ya HPG’ê daxuyaniyek fermî nedaye.