Li Lêlikanê çalakî: 4 leşker mirin
Hate diyarkirin ku di 2 çalakiyên cuda yên hêzên gerîla de ku 10'ê Cotmehê li ser girê Lêlikanê yê Başûrê Kurdistanê kiribûn, 4 leşker hatine kuştin.
Hate diyarkirin ku di 2 çalakiyên cuda yên hêzên gerîla de ku 10'ê Cotmehê li ser girê Lêlikanê yê Başûrê Kurdistanê kiribûn, 4 leşker hatine kuştin.
Li gorî jêderên xwecih hêzên gerîla 10'ê Cotmehê roja Çarşemê saet 09.00'an li Başûrê Kurdistanê, li girê Lêlikanê çalakî li dijî leşkerên Tir kirine.
Her wiha hate diyarkirin heman rojê piştî nîvro saet 14.00'an çalakiyeke dî li dijî heman cihî kirine û di vê çalakiyê de 4 leşker hatine kuştin.
Navenda Ragihanê ya HPG'ê derbarê çalakiyan hê daxuyaniyeke fermî nedaye.