Li Girê Lêlkanê çalakî hate lidarxistin

Gerîlayan li Girê Lêlkanê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî li dar xistin

Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine wergirtin, gerîlayan îro (Duşem) saet di 14.00’an de li Girê Lêlkanê ya Sîdekanê ya li Başûrê Kurdistanê li dijî leşkerên Tirk çalakî li dar xist.

Hate ragihandin ku di çalakiyê de gelek leşkerên Tirk hatine kuştin. Lê têkildarî hejmara leşkerên mirî û birîndar tu encam nehate bidestxistin.

HPG’ê jî hê têkildarî çalakiyê tu daxuyaniyeke fermî nedaye.