'Li Girê Koordîneyê derbên giran li hêzên dagirker hatin xistin'

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku li Girê Koordîneyê yê Çelêya bi ser Colemêrgê 11 leşkerên Tirk hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku di 12’ê Çileyê de li Girê Koordîneyê yê Çelêya bi ser Colemêrgê ‘derbeke giran li artêşa Tirk a dagirker xistine.’

HPG’ê têkildarî çalakiyan ev agahî da:

“Di 12’ê Çileyê saet di 13.30’an de hêzên me li dijî leşkerên dijmin ên li Girê Koordîneyê yê Çelêya bi ser Colemêrgê çalakiyeke sûîkastê li dar xistiye û li vê derê leşkerek hatiye kuştin.

Di 14’ê Çileyê de saet di 10.30’an de hêzên me li dijî Girê Koordîneyê çalakiyeke din li dar xistine. Di vê çalakiyê de çeperên dijmin û konteynir bûne hedef. Li vê derê konteynirek hatiye îmhakirin û 10 leşker hatine kuştin. 3 konteynir û 2 çeperên li gir jî bûne hedef û hemû îmha bûne. Hejmara leşkerên mirî û birîndar ên li vê derê nehatine tespîtkirin. Piştî çalakiyê hêzên dagirker bi obus û hawanan li qadê dane.”