Li Girê Şehîd Bager ê Çelê li dagirkeran hate xistin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku Hêzên Parastina Hewayî ya Şehîd Delal di 17’ê Mijdarê de li Girê Şehîd Bager a li Çelê li dagirkeran xistiye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Heftanînê de gerîlayên HPG’ê li Girê Şehîd Berxwedan a li Xantûrê bi sûîkastê li dagirkeran daye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got ku “Hêzên me yên Parastiya Hewayî ya Şehîd Delal di 17’ê Mijdarê de saet di 16.30’an de bi wesayîtên hewayî yên bêmirov li Girê Şehîd Bager a Çelêya Colemêrgê li hêzên dagirker daye. Wesayîtên hewayî li hedefa xwe dane û çalakî serkeftî bi encam bûye. Hejmara dagirkerên li vir hatine cezakirin, nehatiye zelalkirin.

LI GIRÊ ŞEHÎD BERXWEDAN A XANTÛRÊ LI DAGIRKERAN HATE XISTIN

Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Heftanînê de di 16’ê Mijdarê de saet di 12.40’an de li Girê Şehîd Berxwedan a Xantûrê ya li Heftanînê bi sûîkastê li dagirkeran daye. Di vê çalakiyê de dagirkerek hatiye cezakirin.

LI ZAPÊ ARTÊŞA TIRK QEDEMEYEKÊ XWE VEKIŞAND

Artêşa Tirk a dagirker ya ku di 14’ê Mijdarê de li Qada Bedewê, Girê Şehîd Mûnzûr û gundê Nêrwe ya Zapê operasyon dabû destpêkirin, qedemeyekê xwe vekişandiye. Dagirker hê jî li qada Kinyanîşê ne.

BALEFIRÊN ŞER ÊN TIRK LI ZAPÊ DAN

Artêşa Tirk a dagirker di 16’ê Mijdarê de saet di navbera 11.00-13.00’an de bi balefirên şer li dora Girê Şehîd Mûnzûr a qada Zapê de dan.”