Li Gimgimê mîtînga HDP'ê: Kurd wê dengê xwe nede tifaqa AKP-MHP'ê

HDP'ê ji bo hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê li Gimgimê mîtîngek li dar xist. Hevserokê DBP'ê Mehmet Arslan li mîtîngê axivî û got, "Kurd hemû bi taybetî Kurdên ku şehîd û kevneşopiya xwe diparêzin, wê dengekî jî nedin tifaqa AKP-MHP'ê."

HDP'ê di çarçoveya karên hilbijartinê de li navçeya Gimgim a Mûşê mîtîngek pêk anî.

Hevserokê DBP'ê Mehmet Arslan, Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Gulîstan Kiliç Koçyîgît, Parlamenterên HDP'ê Kemal Bulbul, Mensûr Işik, Şevîn Coşkûn û Mûsa Farisogûllari tevlî mîtîngê bûn.

Namzeta HDP'ê ya Hevşaredariyê Ulku Karaaslan silav da gel û diyar kir, polîtîkayên qeyûm wê nikaribin bi gelê Gimgimê.

Karaaslan got, "Gimgim wê xwedî li îradeya xwe derkeve û bi ruhê Newrozê bersiva pêwîst bide."

Namzetê Hevşaredariyê Mahmût Yalçin jî silav da gel û nameya Hevşaredara Gimgimê ya li Girtîgeha Sîncanê ya Enqereyê li mîtîngê xwend.

Hevserokê DBP'ê Mehmet Arslan jî nerazîbûn nîşanî desteserkirin û veşartina bi zorê ya cenazeyê Zehra Saglam da. Arslan sersaxî ji malbata Saglam û gelê Gimgimê re xwest û bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Arslan got, "Vî gelî ti carî dest ji îradeya xwe bernedaye. Niha li her derê li ber tecrîdê radibe û ev berxwedan wê bidome."

Arslan destnîşan kir, gelê Kurd wê di hilbijartinên 31'ê Adarê de bersiva pêwîst bide nêzîkatiya ku zilmê li Kurdan ferz dike û got, "Kurd hemû, bi taybetî Kurdên ku şehîd û kevneşopiya xwe diparêzin wê dengekî jî nedin tifaqa AKP-MHP'ê."

Piştre Parlamenterê HDP'ê yê Antalyayê Kemal Bulbul û Hevbedevka HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît axivîn.

HDP'î piştî mîtîngê çûn serdana mala sersaxiyê ya ji bo Zehra Saglam.