Li Geverê, xaniyên mayî jî ji aliyê dewletê ve tên xerakirin

Hêzên dewleta Tirk, ku ji ber zivistanê sekinî bûn, ji nû ve dest bi xerakirina xaniyên li Geverê kirin.

Dewleta Tirk di 13'ê Adara 2016'an de, li navçeya Gever a Colemêrgê derketina derve qedexe kiribû û di nava 79 rojên qedexeyê de hêzên dewletê taxên Cûmhûriyet, Gungor û Maxsudava hilweşandin. Xaniyên mayî jî piştre bi makîneyên kar xera kirin. Dewleta Tirk ku ji ber zivistanê navber da xerakirina xaniyan, ji nû ve dest bi xerakirinê kir.

Ji bilî xaniyên ku nivîsa "ev xanî di rojeva dadgehê de ye", hemû xaniyên din tên xerakirin. Şêniyên Geverê, xaniyên xwe yên di dema qedexe û êrîşê de kêm xesar dîtibûn sererast kirin û lê bi cih bûn. Lê belê hêzên dewletê dest bi xerakirina van xaniyan jî kirin.