Li Geverê teqînên mezin

Li Geverê saet di 02.30 û 03.00’an de 3 teqînên mezin çêbû.

Saet derdora 02.30 û 03.00’an de li navenda Gever a Colemêrgê 3 teqînên mezin pêk hatin. Li gorî agahiyan, teqîn li nêzî Qereqola Polîsan a 75’încî Yil a li Taxa Kişlayê û navenda polîsan a li girê Şahîn pêk hatine.

Di dema teqînan de ji deverên cuda yên navçeyê ber bi navenda polîsan fîşekên hewayî hatin avêtin.  Piştî teqînan, li herêmê dengê çekan hat.

Polîsên ku demek piştre sewqî herêmê hatine kirin, gule li derdorê reşandin.

Li navçeyê liv û tevgera polîsên dagirker didome.