Li Geverê sedan mal di bin avê de man

Li Geverê di saetên êvarê de ji ber serdema barana zêde sedan mal bi bin avê de man. Gel bertek nîşanî saziyên dewletê dan ku pêşî li vê bûyerê negirtine.

Li navçeya Gever a Colemêrgê di saetên êvarê de ji be barana zêde sedan mal di bin avê de man. Li gundên Taxa Nû û Verîzava yên ku girêdayî bajar in ji ber sedema ketina avê ya hindirê malan, gel di malên xwe de tengav man.

Kesê ji gundê Verîzavayê bi navê Oktay Sevgî diyar kir ku her sal ew bi bûyerên wiha re rû bi rû dimînin.

Kesên bi navê Sanî Sevgî jî diyar kir û ew ji ber sedema giya di bin avê de mane nekariye lawirên xwe tîmar bike û got, “Pêwîste çareseriyek ji bo vê were dîtin.”

Navenda Texmîn û Analîzê ya Rêveberiya Giştî ya Meteorolojî da zanîn ku sibe di navbera saetên 08.00 û 20.00 de wê li bajarên Kurdistanê ba û bahozek pêk were.