Li Geverê Berxwedana 14'ê Tîrmehê hate slavkirin

Li Geverê ciwanan Berxwedana 14'ê Tîrmehê slav kirin.

Li Geverê ya Colemergê ji bo salvegera 39'an a Berxwedana Rojiyia Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê çalakî hate kirin. Li taxên Orman, Qijle, Dizê û Cumruiyetê heta derengiya şevê fîşekên hewayî hatin teqandin.

Li hin taxan jî ciwanan agir vêxistine, li gel lîlanê bi dirûşmeyan gotin, ''Bijî berxwedana zindanan''. Piştî çalakiyê gelek wesayitên zirxî bi ser taxan de girtin. Polîsan nasnameya şêniyên navçeyê kontrol kirin.