Li Geverê 2 kes hatin destgîrkirin

Li Geverê avêtin ser malên Ramazan û Hasan Çîtak û herdu kes destgîr kirin.

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê serê sibehê di serdegirtina malan de Hasan û Ramazan Çîtak hatin destgîrkirin.

Wêneyê Hasan Çîtak ku çûye ser goristana keça xwe Rabîa Çîtak a ku li Reqayê şehîd bûbû û Ramazan Çîtak çûye ser gora kurê xwe Bîlal Çîtak ê ku Şengalê şehîd bûye, kirine sedema destgîrkirin.

Hate diyarkirin Hasan û Ramazan Çîtak birine Fermandariya Jendirmeyan a Geverê û wê sibê wan derxînin Edliyeya Geverê.