Li gel Mehmet Tûnç li ber xwe da, li kêleka Çiyager hate veşartin

Endamê YPS'ê Egît Bîlîr (Dilşêr Egît) di berxwedana xwerêveberiyê ya Cizîrê de dema mil dide milê pêşengê berxwedanê Mehmet Tûnç, ew jî şehîd dikeve. Cenazeyê wî piştî salek û nîvê hate rakirin û li kêleka fermandarê Sûrê yê YPS’ê Çiyager hate definkirin

Endamê YPS'ê Egît Bîlîr (Dilşêr Egît) di berxwedana xwerêveberiyê ya Cizîrê de dema mil dide milê pêşengê berxwedanê Mihemed Tûnç, ew jî şehîd dikeve. Cenazeyê wî piştî salek û nîvê hate rakirin û li kêleka fermandarê Sûrê yê YPS’ê Çiyager hate definkirin. Egît serpêhatî, jiyan û têkoşînek têr û tije li pey xwe dihêle.

Dema ew li bajarê yek ji pêşeng û fermandarê ewil ê Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) Mahsum Korkmaz (Egît) ku li Êlihê bi PKK’ê tê nasîn çavê xwe li jiyanê vedike. Malbat navê Egît li kurê xwe dike. Navê wî Egît Bîlîr e û di sala 1990’an de li taxa Huzurê ya Êlihê ji dayik dibe. Li taxê dibistana seretayî û navîn dixwîne. Pişt re li Lîseya Fatîhê qeyda xwe çêdike û du sal lîse dixwîne. Du sal şûn ve dest ji dibistanê ber dide û ji bo debara malbata xwe dest bi kar dike.

4 SAL Û 4 MEH DI GIRTÎGEHÊ DE DIMÎNE

Di 6’ê Kanûna 2009’an de li tevahiya bajarên Bakurê Kurdistanê û li gelek bajarên Tirkiyeyê dijî girtina biryara Destûra Bingehîn a ku wê DTP’ê bigirta hatin lidarxistin. Egît jî dizane ku wê li Êlihê çalakî bên li darxistin û beriya serê sibê ji malê derkeve li malê amadekariyê xwe dike, berê xwe dide li cihên wê çalakî bên lidarxistin. Tevahiya rojê li Êlihê çalakî tên lidarxistin û yek ji wan çalakgeran jî Egît e. Polîsên hikûmeta AKP’ê bi dijwarî êrîşî çalakiyan dikin û gelek kesan dixin binçavan. Egît jî ji aliyê polîsan ve tê binçavkirin. Piştî kar û barên binçavkirinê bi hinceta beşdarî çalakiyan bûye tê girtin û wî dişînin Girtîgeha Tîpa M a Êlihê. Egît li Êlihê du sal di girtîgehê de dimîne û du sal şûn ve wî sirgûnî Girtîgeha Şakranê ya Îzmîrê tê kirin. Çar sal û çar meh di girtîgehê de dimîne û serê sala 2014’an ji girtîgehê tê berdan.

LI GIRTÎGEHÊ DIBE MAMOSTE

Egît xwe li girtîgehan di warê ziman û wêjeya kurdî de gelek li pêş dixe û li qawîşan dersa kurdî dide hevalên xwe yên girtî. Her wiha Egît xwe di mijarên bîrdozî û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de têr û tije dike û felsefeya PKK’ê wek rastî û heqîqeta jiyanê ji xwe re dibîne. Li girtîgehê kêliyek xwe vala bernade û her tim xwe birêxistin dike.
 
Piştî Egît tê berdan vedigere cem malbata xwe. 15 roj piştî berdana Egît, birayê wî yê jê biçûktir berê xwe dide çiyayên Kurdistanê û tevlî nav refên PKK’ê dibe.

‘MAYÎNA MIN HER ROJ MIRIN E’

Egît heta meha Îlona 2014’an li gel malbata xwe dimîne û li malê kêlî bi kêlî berxwedana li Kobanê û Rojava dişopîne. Dema li Kobanê berxwedana li dijî DAIŞ’ê geş dibe Egît xwe nagire û ji malbata xwe re dibêje “Mayîna min a li malê her roj mirin e. Min li ser doza Serok Apo sond xwariye” û dixwaze berê xwe bide nava xebatên têkoşîna azadiya Kurdistanê. Malbat her çiqas dixwaze ji Egît re bibe asteng lê Egît bi greva birçîbûnê ya 3 rojan bersivê dide malbata xwe û bi vî awayî malbata xwe qanih dike. Roja 23’ê Îlona 2014’an ji malê xatirê xwe dixwaze û berê xwe dide nav xebatên ciwanan. Ewil li bajarên Kurdistanê dixebite û demek diçe metropolên Tirkiyeyê jî xebatên têkoşîna ciwanan dide meşandin.

MIL DIDE MILÊ MIHEMED TÛNÇ

Di destpêka demsala havîna 2015’an de êdî Egît berê xwe dide çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên PKK’ê dibe. Piştî çend mehan şûn ve jî berê xwe dide yek ji qadên xwerêveberiya xweser Cizîrê. Egît di 24’ê Kanûna 2015’an de agahî dide malbata xwe û dibêje ku ew di nav refên Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) de têkoşîna xwe dewam dike. Li Cizîrê nasnavê Dilşêr Egît lê tê kirin. Li Cizîrê mil dide milê pêşengê berxwedana Cizîrê Mihemed Tûnç û li gel hev li ber xwe didin.

CENAZEYÊ WÎ PIŞTÎ SALEK Û NÎV TÊ WERGIRTIN

Li Cizîra Botan serdemek nû dest pê dike û artêş û polîsên Tirk bi çar alî derdora Cizîrê digirin. Bi hemû rêbazên teknîkê ji bo berxwedana ciwanên kurd ango YPS’a Cizîrê têk bibe êrîş dike. Piştî komkujiya li jêrzemînên Cizirê, malbat li ser muhtemelan diçe Cizîrê û ji bo testa DNA’yê xwîn dide. Heta demek ji xwîna malbatê encamek dernakeve. Di havîna 2016’an de li ser eşkerekirina navên endamên YPS’ê yên Cizîrê zelal bû ku Egît jî şehît ketiye. Malbat li ser daxuyaniyê bi şahadeta kurê xwe dihise. Her çiqas navê wî eşkere dibe jî lê cenazeyê wî li holê tune ye. Di Hezîrana 2017’an de li qada xêniyên ku ji aliyê TOKÎ ve li Cizîrê tên çêkirin cenazeyek derdikeve holê. Bi dîtina cenaze re xwîna malbatê daye û ya cenaze li hev tê. Lê cenaze ji aliyê hêzên dewletê ve li Goristana Bêkesan a Cizîrê tê definkirin. Bi zelalbûna testa DNA’yê re malbat di Îlona 2017’an de diçe Cizîrê û cenazeyê Egîtê xwe ji goristanê derdixe.

EGÎT LI KÊLEKA ÇIYAGER E

Malbat cenazeyê Egît tîne li Goristana Asrî ya Êlihê li kêleka gora Fermandarê berxwedana Sûrê ya rêveberiya xweser Çiyager defin dike.

‘EM PÊ SERBILIND IN’

Dayik Xalîse û bav Beşîr Bîlîr behsa kurê xwe kirin û gotin: “Zarokekî wêrek û jîr bû. Gelek dihat hezkirin. Her karê xwe bi serketî diqedand. Her tim ji der dora xwe re alîkar bû. Her tim bi çalak bû nedizanibû ku westan çi ye. Şehadeta xizmên wî bandorê li ser malbat û Egît jî dikir. Her tim li taxê hevalên xwe bi rêxistin dikir û ji wan re pêşengtiyê dikir. Li Cizîrê me hinek xwest em serpêhatiya têkoşîna wî hîn bibin. Li Cizîrê hin kesên wî nas dikirin, behsa wêrekî û lehengiya Egît dikirin. Em pê serbilind in. Wê şahadeta wî rêya me ronî bike.”