Li Gabarê ji gerîlayên YJA Starê çalakî

Gerîlayên YJA Starê, li dijî Tabûra Zivîngê a li Çiyayê Gabar a Şirnexê çalakiyek lidar xistin. Di vê çalakiyê de 2 leşker hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ya daxuyaniyek nivîskî da, têkildarî çalakiyên gerîlayan ên xurt ên li Çelê û Şirnexê agahî da.

HPG’ê ev agahî parvekir: 1’ê  Hezîranê saet 16.00’an hêzên me yên YJA Starê bi ser tabûra Zivingê ya li çiyayê Gebarê ya Şirnexê çalakiyek pêk aniye. Derb li leşkerên di avahiya tabûrê û çeperan de hatiye xistin û bi zelalî 2 leşker di vê çalakiyê de hatine kuştin.

1’ê Hezîranê saet 11.00’an hêzên me bi ser kozên artêşa dagirker a TC’ê de yên li girê Koordîne yê Çelê yê Colemergê de çalakiyek pêk anîne. Hejmara kuştî û birîndar ên leşkeran ên di vê çalakiyê de diyar nebûne. Piştî çalakiyê artêşa dagirker a TC’ê bi obûs û hawanan li derdorê xistiye.

1’ê Hezîranê di navbera saet 8.30 û 9.00’an de balafirên şer ên artêşa dagirker a TC’ê li mintiqeya Şukê ya herêma Avaşîn a Qadên Parastina xist.