Li Farqînê xebatên ‘kontrgerîla’ dikin?

Van demên dawî li Farqînê kesên bi çek û rûgirtî çalakiyan li dijî gelê sivîl dikin. Gelê Farqînê jî dibêje,’gelo dîsa kontrgerîla derketin holê?’.

Li Farqînê, li Sîteya Sanayiyê heftiya bihurî wesayita kesekî ku bi welatparêzî tê naskirin saet 23.30’an hate sekinandin. Du kesên bi çek û rûgirtî gef li ajokar xwarin û dest li ser wesayitê danîn. Piştî vê bi 9 rojan wesayit şewitî hate dîtin.

Kesên ku wesayit desteser kirin li gel ku bi çek bûn û rûgirtî jî bûn bi rehetî çûne navenda bajêr. Kesên ku gotin ‘em ji jor hatin’ li navçeyê ku tevdîrên leşkerî pir zêde ne bi rehetî ber bi bajêr ve çûn û ev jî bû sedema gumanan.

Şahid dibêjin, ‘Heke bi rastî ev kes ji devereke wiha hatibûna wê çawa wiha bi hêsanî wesayit ber bi bajêr ve bibirana?’’ Her wiha diyar bû ku li Farqînê û gundên derdorê gefê li welatiyan dixwin. Farqînî dibêjin bi giştî kesên ku bi welatparêzî têne naskirin dibine hedefa van.

Gelê Farqînê ji ber zêdebûna bûyerên wiha dibêje, ‘gelo dîsa xebatên kontrgerîla dest pê kir’ û dibêje di bûyerên wiha de emniyet pir giran gavan davêje û ev jî gumana wan geştir dike.

Farqîn, tê zanîn salên 90’î Hîzbûllah bi xebatên kontrgerîla li ser gel komkujî dikir.