Li Farqîn û Licê operasyonên leşkerî

Hêzên artêşa Tirk ên li navçeya Farqîn a Amedê dest bi operasyonê kirin, hate ragihandin ku li nava zeviyên garisan kemînan datînin. Operasyona li Licê jî hatibû destpêkirin ev du roj in dewam dike.

Li gorî agahiyê hatin girtin, artêşa Tirk dagirker li devera Avagerm a girêdayî navçeya Farqînê ku berî 4 rojan hatibûn destpêkirin.

Li herêma ku operasyon dom dike, komeke leşkerên ji 30 kesan pêk tên xwe bi cil û bergên gerîla pêçan e, kemînan datînin.

Di çarçoveya operasyona li Sorik, Reşik û Şeyh Davût hatibû destpêkirin de, tax hatine dorpêçkirin.

Hate ragihandin ku leşker li nava baxçeyên garisan ên li herêmê xwe diveşêrin û kemînan datîin. Dîsa li herêmên ku kemîn tên avêtin, wesayîtên leşkerî nînin.

OPERASYONA LI LÎCÊ DOM Dike

Operasyona li taxên Mizag, Barav, Krmik ên li bejahiya Lîcê sibeha Yekşemê destpêkiribûn di roja duyemîn de dewam dike.

Operasyon heta Taxa Gokçe a dikeve navbera navçeya Licê û Dêra Hênî jî berfireh bû. Li ser rêyên diçin taxan ên li herêmê ji aliyê polîs û leşkeran ve bendên kontrolê hatine danîn. Mirovên ku dixwazin biçin taxan, ji aliyê leşkeran ve tên rawestandin û kontrola nasnameyan dikin û agahiyên têkildarî wesayîtan tomar dikin.