Li Erdîşê 3 kesên din hatin destgîrkirin
Di operasyonên qirkirina siyasî de li Erdîşê 3 kesên din hatin destgîrkirin.
Di operasyonên qirkirina siyasî de li Erdîşê 3 kesên din hatin destgîrkirin.
Li Erdîşê ku di nava du mehên dawî de 200 kes hatin destgîrkirin û 79 kes hatin girtin, operasyonên qirkirina siyasî didomin. Di serdegirtina malan de 3 kes hatin destgîrkirin.
Mahmût Çelebî, Mele Mûzaffer Çagan û Siddik Çîçek ên hatin destgîrkirin birin Şaxê Têkoşîna li dijî Terorê ya Midûriyeta Emniyetê ya Erdîşê.