Li Erdîşê 20 kes hatin destgîrkirin

Li navçeya Erdîşê ya Wanê di destê sibehê de polîsan girtin ser malan û nêzî 20 kes hatin binçavkirin.

Li Wanê beriya hilbijartina 24’ê Hezîranê destgîrkirin û zext didome. Polîsên AKP-MHP’ê di destê sibehê de girtin ser gelek malan.

Di serdegirtinan de endamên HDP’ê jî di nav de Mahmût Çelebî, Halîl Yildiz, Osman Sevînç, Ekrem Nadîroglû, Kamûran Ataman, Yildirim Hasar, Zehra Hezer, Faris Can, Halît Koç, Veysî Efe, Halît Baran, muxtarê taxa Çetîntaş û 3 kesên ku navê wan nehate zanîn jî tê de 20 kes hatin destgîrkirin.

Kesên hatine destgîrkirin birin Gerînendetiya Jendirme û Emniyetê ya Erdîşê.