Li Elbakê lêhî rabû 400 mih telef bûn
Li navçeya Elbakê ya Wanê ji ber rabûna lêhiyê 400 mih telef bûn.
Li navçeya Elbakê ya Wanê ji ber rabûna lêhiyê 400 mih telef bûn.
Ji ber barana zêde ya ji saetên êvarî ya li gundê Albayark a Elbakê lêhî rabû. Ji ber lêhiyê ziyanê mezin pêk hatin, 400 mih telef bûn. Dîsa li aliyê din dexil, zeviyên nefel yên gundiyan man di bin avê de.
Gundî bi derfetên xwe hewl didin ji lêhiyê xwe rizgar bikin.
Sala borî jî ji ber lêhiya li gundê Albayark ziyanên mezin derketibûn.