Li Efrînê Tugay YPG’ê hate avakirin

Li Efrînê Tugaya Şehîd Xebat Dêrik a girêdayî YPG’ê hate îlankirin.

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) di çarçoveya avakirina tugayên leşkerî de, li Kantona Efrînê jî dewreyeke nû dabû destpêkirin.

Di dewreyê de dersên leşkerî, li ser tektîkên şer, dersên siyasî û bîrdozî derbarê dîroka Kurdistanê, desthilatdarî, modernîteya kapîtalîzmê, netewa demokratîk û dîroka jin hatin dayîn.

Bi armanca qedandina dewreyê û avakirina tugaya yekem merasîmeke leşkerî bi amadebûna bi dehan endamên YPG/YPJ‘ê û malbatên beşdarên dewreyê bûn, pêk hat.

Şervanan soza xwe ya leşkerî dan û li ser 4 tabûran hatin belavkirin û dewreya xwe bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana YPG‘ê û azadiya jinê bi dawî kirin.

Hat destnîşankirin ku li Kantona Kobanê jî 4 tugay hatin avakirin û li Kantona Cizîrê jî amadekarî têne kirin.