Li Efrînê bi hezaran penaber bi derfetên gel tên vehewandin
Bekir: Derfetên me têra pêşwaziya penaberan nakin. Zarok ji ber sermayê jiyana xwe ji dest didin. Pêwîstiya penaberên li Efrînê bi alîkariya lezgîn heye.
Bekir: Derfetên me têra pêşwaziya penaberan nakin. Zarok ji ber sermayê jiyana xwe ji dest didin. Pêwîstiya penaberên li Efrînê bi alîkariya lezgîn heye.
Bekir da xuyakirin, tevî ku hejmareke zêde ya penaberan tên Efrînê jî destekeke navneteweyî nîne û got, "Derfetên me têra pêşwaziya penaberan nakin. Zarok ji ber sermayê jiyana xwe ji dest didin. Pêwîstiya penaberên li Efrînê bi alîkariya lezgîn heye."
Kantona Efrînê, tevî ku ji kantonên din ên Rojavayê Kurdistanê qut e û ji aliyê çeteyan û dewleta Tirk ve hatiye dorpêçkirin, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk di nava xwe de rewşeke aram afirandiye. Lewma ev 6 sal in ji herêmên din ên Sûriyeyê mirov koçî vê derê dikin. Herî dawî, ji ber bomberdûmana Tirkiyeyê mirov bi giranî ji herêma Şehbayê koçî Kantona Efrînê dikin. Tevî vê yekê jî, Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî û saziyên navneteweyî yên alîkariyê heta niha ti alîkarî bi vê herêmê nekirine.
Efrîn zêdeyî 200 hezar penaberî vedihewîne. Hevseroka Desteya Karên Civakî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrînê Arîfe Bekir, ji ajansa me re qala rewşa xwe kir, ku bi derfetên kêm çawa pêşwaziya penaberan dikin.
'DI DESTPÊKÊ DE ME HEWL DAN PENABERAN LI MALÊN XWE VEHEWÎNIN'
Arîfe Bekir da xuyakirin, ku bi destpêkirina şerê Sûriyeyê re koça ber bi Efrînê jî dest pê kiriye û anî ziman, ji ber ku hingî kampên penaberan tine bû, her malbateke Efrînê penaber li mala xwe vedihewand. Arîfe Bekir got, "Gelê Efrînê ji bo penaberan vehewîne seferber bû. Deriyê mala xwe li wan vekir, nanê xwe bi wan re parve kir û vê yekê hê jî dike.
Lê koçberiyeke gelekî zêde çêbû. Ji Kinetra, Hama, Hûms, Heleb, derdora Helebê û ji Kobanê penaberan koç kirin. Em bêjin, ji Ambarê heta her devera şer lê diqewime, gelê ku neçar ma koç bike berê xwe da Efrînê. Ji Fîlîstînê jî gelek mirovan koçî Efrînê kirin."
'LI EFRÎNÊ DU KAMPÊN PENABERAN HENE'
Arîfe Bekir ragihand, piştî ku hejmara koçberan a li Efrînê zêde bû, ew neçar man kampên penaberan ava bikin û wiha dewam kir: "Di destpêkê de me Kampa Rûbar ava kir. Bi derfetên xwe yên kêm, me 100 kon vedan. Bi zêdebûna hejmara penaberan re kampa me jî mezin bû. Niha 550 malbat yanî 6000 kes li Kampa Rûbarê hatine bicihkirin.
Piştî ku Kampa Rûbar tije bû, me Kampa Şehba ava kir. Me ev kamp jî di destpêka şerê Şehbayê de ava kir. Ji ber ku ji Şehbayê koçeke zêde çêdibû. Li vê kampa me zêdeyî 250 malbat, yanî 3000 hezar kes dijîn. Ji sedî 90 ê penaberên li vê kampê ji gelên Ereb û Tirkmen pêk tê. Bêguman piraniya van jî jin û zarok in. Hevserê hin ji van jinan di şer de mirin e, hin jî hê di şer de ne."
'PIŞTÎ KU KAMPAN TÊRÊ NEKIRIN, ME MIZGEFT Û DIBISTAN XISTIN DEWRÊ'
Arîfe Bekir anî ziman, weke Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji destpêkê ve ji bo penaberên mexdûrên şer bistirên, wan hemû derfetên xwe seferber kirne û got, "Hin ji van penaberan bi derfetên xwe li nava bajêr bi cih bûn. Yên derfetên xwe nînin jî, me ew li kampan bi cih kir. Lê belê ji ber ku kampan jî têrê nekirin, me hinek ji wan li mizgeftan, dibistan û avahiyên berê yên dewletê bi cih kir. Û hê jî penaber ber bi Efrînê ve tên."
'SAZIYÊN NAVNETEWEYÎ TI ALÎKARIYÊ NADIN'
Arîfe Bekir destnîşan kir, tevî hemû hewldanên wan jî şert û mercên penaber tê de ne gelekî giran e û saziyên navneteweyî heta niha ti alîkarî bi wan re nekirine. Arîfe Bekir wiha dewam kir: "Me ji 25 saziyên alîkariyê re li ser rewşa penaberên li van kampan agahî dan û banga alîkariyê kirin. Wekî din, me ji Neteweyên Yekbûyî û saziyên alîkariyê re bi sedan name şand, li ser rewşa penaberan û pêwîstiya wan. Lê belê heta niha ti alîkarî nekirin.
Niha Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hewl dide ji aliyê nan, av û pêdiviyên din ên zarûrî, bibe bersiv. Lê belê ji ber ku alîkarî nayê, em jî bêçare dimînin û ji gelê xwe yê derfetên xwe kêm e, alîkariyê dixwazin. Em li nava malan digerin. Rewşa penaberan vedibêjin û gelê me jî alîkariyê dike. Heta niha me xizmeta ji bo penaberên li Efrînê bi vî rengî kir."
'PÊWÎSTÎ BI ALÎKARIYA LEZGÎN HEYE'
Arîfe Bekir anî ziman, li kampên penaberan ji ber sermayê û nebûna derfetan zarok jiyana xwe ji dest didin û herî dawî ev bang li saziyên alîkariyê yên navneteweyî kir: "Her kesê ji xwe re dibêje ez mirov im, bila bên û rewşa li Efrînê bibînin. Ev 6 sal in gelê me hatiye dorpêçkirin û xizan bûye. Bi taybetî piştî êrîşên Tirkiyeyê yên li herêma Şehbayê, mirov koçî Efrînê dikin. Hejmara penaberên li Efrînê roj bi roj zêde dibe. Me bi derfetên xwe tişta ji destê me hat kir, em dikin. Lê belê weke gelê Efrînê em êdî bêçare man e.
Ev mirov ji miriNê reviyan û xwe li axa me girtin. Lê belê derfetên me tine ne. Ji ber sermayê zarok jiyana xwe ji dest didin, ji ber ku heta niha sobe nîne. Divê saziyên alîkariyê yên navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî bi lezgînî alîkariyê bikin."