Li Efrîn û Ezazê yek jê leşker 4 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê li Efrîn û Ezazê li hêzên dagirker ên Tirk û komên wan ên çeteyan xistin. Di çalakiyan de yek jê leşkerê Tirk 4 dagirker hatin kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrînê li ser mijarê daxuyaniyek da û got, "Şervanên me li Efrînê çalakiyên xwe yên li dijî artêşa Tirk a dagirker û komên çeteyên girêdayî wê didomînîn. Di vê çarçoveyê de, li navçeya Şêrewa ya Efrînê û li Ezazê, li dijî dagirkeran 2 çalakiyên bi bandor hatin lidarxistin."

Li gorî daxuyaniyê, encama çalakiyan wiha ye:

"20'ê Çileyê, şervanên me li gundê Basilê yê navçeya Şêrewa ya Efrînê, çalakiyeke sekvaniyê li dijî leşkerek artêşa Tirk a dagirker pêk anîn. Di encama çalakiyê de leşkerê Tirk hate kuştin.

22'ê Çileyê, şervanên me li gundê Ebla yê Ezazê ku li bakurê Helebê ye li dijî baregehek çeteyên artêşa Tirk a dagirker çalakiyek pêk anîn. Di encama çalakiyê de tevî berpirsyarê benda kontrolê ya navçeya Exterînê ya Helebê 3 çete hatin kuştin û çeteyek jî birîndar bû. Her wiha baregeha çeteyan û seyareyeke leşker tê de bûn hatin rûxandin."

Hêzên Rizgariya Efrînê dîmenê çalakiya li Ezazê parve kir: