Li Ebexê qeyyûm û tarîkat otelekê ava dikin

Li Ebexa Wanê tarîkata Menzîlê û qeyyûm Şefîk Ensarî oteleke 4 stêrk ava dikin. Tê diyarkirin şirîkê veşartî yê otelê Engîn Levent Soylû ye yê ku kurê Wezîrê Karê Navxweyî Suleyman Soylû ye.

Eraziya şaredariyê ya Ebexa Wanê ji aliyê qeyyûmê berê di sala 2017’an de ji bo 49 salan da tarîkata Menzîlê. Vê eraziya ku heta sala borî vala bû, îsal li ser wê dest bi avahiya otelekê hate destpêkirin. Şaredarê berê yê Beleka Antalyayê Mûsûf Mecek ê ku xwediyê gelek otelên termal ên li Antalyayê ye, karmendên AKP’yî Nazim Karakoç, qeyyûmê Ebexê Şefîk Ensarî şirîkên otelê ne. Tê diyarkirin şirîkê veşartî yê otelê Engîn Levent Soylû ye yê ku kurê Wezîrê Karê Navxweyî Suleyman Soylû ye.

Li qada ku otela termal lê heye ji aliyê qeyyûm di sala 2018’an de navenda şemitandina li ser navê berfê ya termal hatibû avakirin.

Şefîk Ensarî di 31’ê Adara 2019’an de di hilbijartina herêmî de têk çûbû lê ji aliyê Wezareta Karê Navxweyî li ser şaredariyê wekî qeyyûm hatibû wezîfedarkirin. Ensarî di meha Sibatê de wisa qala projeya otelê kiribû “Li Navenda Şemitandina Berfê gelek sporvan gihiştin. Li ser qada 50 donimî em ê navenda şemitandinê ya berfê ava bikin û wê dirêjahiya wê 9 kîlometre be. Dema ku mirov biçe ser lûtkeyê wê çiyayên Tendûrek û Agiriyê were dîtin. Li dinyayê li tu derê cihê şemitandina berfê û otela termal ne di nav hev de ne, li vir her du li ber hev in.”

Çavkaniyên herêmî jî diyar dikin ku tê xwestin Ebex bibe navenda rantê û gotin “Çend sal berê tarîkata Menzîlê ev erazî kirê kir. Vî tiştî wekî xizmet ji gel re dibêjin. Ji hemû gelê Ebexê re dibêjin em ê li vir têxin kar. Hejarî û bêkariya gelê me ji bo xwe bi kar tînin. Şefîk Ensarî ji roja ku li ser şaredariyê bûye qeyyûm mîxek jî li derekê nexistiye lê bûye xwedî serweteke mezin.”