Li Duhokê 10 kesên din hatin destgîrkirin
Li Duhokê, ji kesên ku ji bo berdana kesên li Şêladizê û Sîrê hatine destgîrkirin çalakî lidarxistin, 10 kes hatin destgîrkirin ku yek ji wan rojnamevan e.
Li Duhokê, ji kesên ku ji bo berdana kesên li Şêladizê û Sîrê hatine destgîrkirin çalakî lidarxistin, 10 kes hatin destgîrkirin ku yek ji wan rojnamevan e.
Piştî raperîna gel a 26'ê Çileyê ku li Şêladizê welatiyan li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk avêtin ser Baregeha Leşkerî ya Sîrê, li Duhok, Şêladizê, Sîrê û gelek deverên din zêdeyî 80 kes hatibûn destgîrkirin. 16 ji wan hîn destgîrkirî ne.
9 JÊ JI TEVGERA NIFŞÊN NÛ YE
Li Duhokê komekê çalakî pêk anî û xwest kesên hatine destgîrkirin bên berdan. Lê belê hêzên asayîşê êrîşî komê kirin û 10 kes destgîr kirin ku yek jê rojnamevan e.
Hate ragihandin, 9 ji kesên hatine destgîrkirin endamên Tevgera Nifşê Nû ne û yek jî nûçegihanê NRT TV ye.
Ji kesên hatine destgîrkirin 3 jê li Duhokê, 13 jî li Girtîgeha Sîrka tên hiştin.