Li Diyalayê şermezarkirina encamên hilbijartinê

Li herêma Diyala ya Başûrê Kurdistanê ji bo şermezarkirina encamên hilbijartinên 10'ê Cotmehê çalakiyek hate lidarxistin.

Li hemberî hilbijartinên parlamentê yên 10'ê Cotmehê nerazîbûna hem partiyên siyasî hem jî ya gel dewam dike.

Xelk jî li ber hîleyên di hilbijartinê de hatin kirin dakete qadan. Li Diyalayê serê sibehê gelek kes daketin kolanan.

Li bajarê Miqdaye ya herêma Diyalayê li ser rêya bingehîn a Beqube û Xaneqînê çalakgeran trafîk asê kirin.

Li Iraqê li dijî encamên hilbijartinê bi sedan îtiraz hate kirin. Encamên hilbijartinê divê ji aliyê Dadgeha Bilind ve bê pejirandin. Yê ku di hilbijartinê de bi ser ket partiya lîderê Şîa Muqteda Sadr bû. Li gorî encamên heyî vê partiyê 73 kursî wergirt.