Li Dîlokê rûniştina ‘Doza KCK’ê dest pê kir

Li Dîlokê rûniştina ‘Doza KCK’ê dest pê kir. Di vê dozê de 26 girtî bi giştî 61 kes tên darizandin.

Ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Dîlokê di çarçoveya lêpirsîna bi îddîaya ‘Maseya Tirkiyeyê ya Komeleyên Civaka Kurdistanê’ di 14’ê Mijdara 2019’an de polîsan girtibûn ser gelek malan. Di van serdegirtinan de rêveberên HDP û DBP’ê jî di nav de 57 Kurd hatibûn destgîrkirin û 35 kes bi îddîaya ‘endamên rêxistinê’ hatibûn girtin, piştre 9 kes jî hatibûn berdan.

Rûniştina pêşîn a dozê li Dadgeha Cezayê Giran a Dîlokê ya 2’emîn dest pê kir. Di dozê de 26 jê girtî, 61 siyasetmedar tên darizandin. 26 kesên girtî bi rêya SEGBÎS’ê tevlî rûniştinê bûn.

Parlementerê HDP’ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl di navbera rûniştinê de daxuyaniyeke kurt da û diyar kir ku ji salekê zêdetir e siyasetmedar girtî ne û ji ber pandemiyê rîskeke mezin li ser wan heye. Togrûl got ku, “Vê darizandina tê kirin pêkanîna li Dîlokê ya tasfiyeya siyasî ye û dixwazin me dîzayn bikin. Em tu carî vî tiştî qebûl nakin. Em li ber xwe didin. Ez bang li Wezîrê Edaletê dikim, heke dixwaze reforma darizandinê bibîne, bila li vê dosyeya li Dîlokê dinihêre. Qala reformê dikin lê siyasetmedar û rojnameger nayên berdan.”