Li Dîlek Ocalan cezayê 'axaftinê' hate birîn: 2 sal û 6 meh

Bi îdîaya "propaganda rêxistinê kiriye", 2 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Parlamentera Rihayê ya HDP'yî Dîlek Ocalan hate birîn.

Doza ku bi îdîaya "propaganda rêxistinê kirine" li Parlamenterên Rihayê Osman Baydemîr û Dîlek Ocalan hate vekirin, li 5. Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê dewam kir.

Di rûniştina doza Dîlek Ocalan de parêzeran gotin ku axaftina Dîlek Ocalan bi kêmanî û şaş hatiye nivîsandin û xwestin CD a li ser axaftinê ji aliyê tercûmanekî Kurdî yê bê alî ji nû ve bê guhdarîkirin û nivîsandin. Ji bo parastinê jî dem xwestin.

Heyeta dadgehê daxwazên parêzeran red kir û 2 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Dîlek Ocalan a HDP'yî birî. Dadgehê biryar da ku pêwîstî bi taloqkirinê nîne.

Dîlek Ocalan ji ber axaftina xwe ya li merasîma cenazeyekî ya li Wêranşarê dihate darizandin.

Rûniştina doza Baydemîr jî ji bo 7'ê Hezîranê hate taloqkirin.