'Li dijî zext û zordariyê divê em xwe bi rêxistin bikin'

Hevserokê Komeleya DFG'ê Serdar Altan got, li Kurdistan û Tirkiyeyê zext û tundiya li dijî rojnamevanan zêde bûne û destnîşan kir, ji bo kêmkirina van zextan wan pêwîstî pê dîtine ku komeleyê ava bikin.

Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) li Amedê hate avakirin. Hevserokê DFG'ê Serdar Altan li ser armanca komeleyê û xebatên bên kirin ji ANF’ê re axivî. Altan anî ziman ku li Kurdistan û Tirkiyeyê ji ber zêdebûna zextên li ser xebatkarên çapemeniyê, ji bo xurtkirina piştevaniyê û parastina mafên rojnamevanan wan pêwîstî bi avakirina komeleyê dîtine.

'DFG JI BO RÊXISTINKIRINA ROJNAMEVANAN FIRSEND E'

Altan da zanîn, ku rojnamevanî ji bo eşkerekirina rastiyan karekî gelek girîng e û wiha axivî: "Li Kurdistan û Tirkiyeyê rojnamevan di nava pirsgirêkên gelekî mezin de ne. Ji ber zextan gelek rengên civakê nayên dîtin. Sîstem bi taybetî rojnamevanan dike hedef û naxwaze dengê wan derkeve. Ji bo çi? Ji bo dengê civakê jî dernekeve û civak ji rastiyan dûr be. Ev yek jî bi xwe re civakek ker, lal û kor tîne. Li Tirkiyeyê û Kurdistanê mixabin tundiya li ser rojnamevanan ne kêm e û di asta bilinde ye. Ji destgîrkirin û girtinan bigire heta gefên tên xwarin zext zêde ye. Zextên li ser rojnamevanan wisa zêde bûne êdî rojnamevan nikarin li qadê bixebitin. Rojnamevanên ku mîkrofon, kamara ango wênekêşê dixin destê xwe û dadikevin qadê rastî hezar zor û zahmetiyan tên. Em jî dixwazin vê yekê bişkînin û rastiyan bi civakê re parve bikin. Ji bo ku em dengê rojnamevanan hîn xurttir bikin me pêwîstî bi DFG'ê dît. DFG ji bo rêxistinkirina rojnamevnaan firsendeke. Ne tenê em dixwazin bêdengiya civakê û pirsgirêkên civakê bînin ziman, li gel vê yekê jî em dixwazin pirsgirêkên rojnamevanan jî çareser bikin. Ji ber ku li her qadê û gavê rojnamevan dibin hedefa rastî tundî û êrîşan. Bi birêxistinkirinê em dikarin zext û pirsgirêkan hemûyan ji holê rakin. Di vê çarçoveyê de me xwest û pêdivî bi DFG'ê dît."

XEBATÊN PERWERDEYÊ

Altan diyar kir, ku li Tirkiyeyê tu tişt bê pirsgirêk nîne û ji van pirsgirêkan jî rojnamevan para xwe digre. Altan bilêv kir ku ji bo rojnamevanan DFG wê bibe sîwan û got: "Dema ku em rêxistina xwe ava bikin, kêm jî be em ê bikarin pêşiya zextan jî bigrin. Ji bo vê yekê destpêkê em dixwazin endaman çêkin. Di nava 4-5 mehan de em ê kongreya xwe pêk bînin. Di vê serdemê de jî xebata yekemîn wê xebata endaman be. Her wiha di vê navberê de em dixwazin pirgirêkên hene jî çareser bikin. Her meh jî em ê raporên binpêkirinên mafan eşkere bikin. Dîsan xebatên perwerdeyê em ê pêk bînin. Ji ber ku ev qadek girîng e divê em rojnamevanên nû têbigihînin. Ji ber vê yekê perwerde wê ji bo me esas be. Komeleya me wê bibe dengê rojnamevanên girtî û ji bo rojnamevanên tên darizandin jî her awayî piştevaniya xwe nîşan bidin. Li Kurdistan û Tirkiyeyê bi dehan rojnamevan girtî ne û di girtîgehan de ne. Bi her awayî em ê bi rojnamevanên girtî û yên tên darizandin re bin û mil bidin milê hev."

'WÊ TÊKILIYA BI RÊXISTINÊN NAVNETWEYÎ RE XURT BIKIN'

Altan destnîşan kir ku deriyê DFG'ê ji rojnamevanan hemûyan re vekiriye û di dawiya axaftina xwe de got, "Em ê têkiliyên xwe bi komele, dezgeh û saziyên rojnamevaniyê hemûyan re xurt bikin. Em ê hewl bidin xebatek hevpar bidin meşandin. Em ê di qada navneteweyî de jî dengê xwe xurt û bilind bikin. Em ê di hêla rojnamevaniyê de dîplomasiyek xurt jî bimeşînin. Bi rêxistinên navneteweyî yên rojnamevanan re jî em ê têkiliyê deynin. Em bang rojnamevanan hemûyan dikin û dibêjin; deriyê me vekiriye û bila werin bibin endam. Ji ber ku ev komele ya rojnamevanan e û mala wan e. Her kes bê şert dikare were bibe endam."