Li dijî Zap û Avaşînê êrîşên hewayî

Balafirên şer ên artêşa Tirk bombe li herêmên Zap û Avaşînê barandin. Hate ragihandin ku tiştek bi hêzên gerîla nehatiye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser bomberdûmana balafirên şer ên artêşa Tirk a li herêmên Zê û Avaşînê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Balafirên şer ên artêşa TC a dagirker, 26'ê Adarê saet 19:30'î qada Kunişka ya herêma Zê û saet navbera 19:00-21:00 jî qadên Werxelê û Tepê Sor ên herêma Avaşînê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kirin. Ji ber bomberdûmanê zerar negihîşt hêzên me."