BI DÎMEN

Li dijî tarîtiyê hewl dida bibe 'Ronahî'

Beriya niha bi 10 salan, jineke Kurd a ji navçeya Şemrex a Mêrdînê Ronahî Garzan, li Amanosan bi xurtî li ber xwe da bû û canê xwe feda kiribû.

Di salvegera şehadeta gerîla Garzan de, hevrêya wê Jînda Ronahî got, "Wê her tim hewl dida li dijî tarîtiyê bibe Ronahî." Jînda Ronahî qala kesayetî û têkoşîna Garzan kir.

Fîlîz Urun bi nasnav Ronahî Garzan, li gundê Şemrex ê navçeya Şemrex a Mêrdînê ji dayik bû. Heta 12 salî li Şemrexê ma. Ji bo Lîseyê bixwîne, diçe Mersînê. Di salên 1990'î de têkoşînê û çalakiyên dihatin lidarxistin bandor lê kir. Garzan di dema ciwantiya xwe de tevlî nava refên gerîla bû. Di 17 saliya xwe de tevlî nava refên gerîla bû û xwest xwe bigihîne nasnameya jina Kurd a azad. Di nava tevgera PKK'ê de hewl da li dijî tarîtiyê bibe ronahî û bi vê têgihiştinê xebitî. Garzan 12 salan li çiyayên azad têkoşiya û li çiyayê Zagrosan ma. Ji Zagrosan derbasî Amanosan bû. Di şerekî dijî artêşa Tirk de canê xwe feda kir.

Garzan, ku 15 rojan di nava dorpêçiya dijmin de ma, pêşengî ji koma gerîla ya pê re bû kir û heta nefesa xwe ya dawî bi lehengî li ber xwe da.

Jînda Ronahî qala biryara Garzan a ji bo tevlîbûna li nava refên gerîla kir û got, "Sedema girtina vê biryarê; polîtîkayên qirkirinê bû ku hingî li ser gelê Kurd dihatin ferzkirin. Haya Ronahî ji van hemûyan hebû. Astengiyên li pêşiya axaftina bi zimanê xwe, astengiyên li pêşiya çanda xwe, ji aliyê wê ve dihatin dîtin. Di wê demê de hîzbul kontra înfaz dikir. Dema ku polîs û jenderme didît, destê xwe dikir kulm û hêrs dibû. Her tim hewl dida li dijî tarîtiyê bibe Ronahî."

HEZ JI AXA XWE DIKIR

Ronahî anî ziman, ku Garzan gelekî hez ji Şemrexê dikir, têgihiştina welatparêzî û dilsoziya bi axê re hê di emrê zarokatiyê de pê re peyda bû û vê yekê daxwaz û lêgerîna wê ya li têkoşînê xurtir kiriye. Ronahî diyar kir, Garzan destnîşan dikir ku divê her kes ji bo axa xwe têbikoşe.

Ronahî ragihand, ku dema gerîla Garzan qala hezkirina ji axê dikir, wiha digot, "Bi dîtina min, divê her kes ji bo vê axa xwe ya ji bihuştê têbikoşe. Naxwe ev der wê her roj bên hilweşandin û talankirin. Divê hêrs û kîneke mezin li dijî kesên dest davêje axa me dike, hebe."

Jînda Ronahî qala rewşa gerîla Ronahî Garzan a piştî barkirina Mersînê kir: "Dema ku çû Mersînê, veqetîna ji Şemrexê nikarîbû qebûl bike. Evîndareke Şemrexê bû. Ruhê wê ti carî ji Şemrexê derneket. Pê bawer bû, ku hezkirina ji welêt hezkirina herî hêja û pîroz e, hezkirinek ji vê mezintir nîne. Ronahî gelekî hez ji Şemrexê dikir. Vê hezkirina wê bû sedem ku berê xwe bide çiyê. Her tim digot, divê her kes mîna wê hez ji axa lê ji dayik bûye bike û di oxira axa xwe de têbikoşe."

JI BO BIBE RONAHÎ LI DIJÎ TARÎTIYÊ, TEVLÎ NAVA REFÊN PKK'Ê BÛ

Ronahî destnîşan kir, di jiyana mirovan de ya ku herî zêde kesayeta mirovan nîşan dide, navê mirovan e û anî ziman, navê Ronahî Garzanî ji kesayetiya wê hatibû girtin. Hevrêya Garzan Ronahî bal kişand ser lêgerînên Ronahî Garzan: "Ronahî timî di nava lêgerînan de bû. Tiştên heyî qebûl nedikir. Dizanî bû ku yên sîstem didin wê, ne yên wê ne. Di nava jiyana sîstemê de dek û dolab, bûyerên ku mirovan dixin nava tarîtiyê hebû. Ronahî bi biryarî dixwest li dijî tarîtiyê bibe Ronahî. Ji ber vê yekê tevlî nava refên Tevgera Azadiyê bû."

Ronahî diyar kir, gerîla Ronahî Garzan di nava têkoşînê de ji aliyê hevalên xwe ve gelekî dihat hezkirin, hevalên wê pê piştrast bûn û got, "Min ji kê re qala heval Ronahî bikira, gotina ewilî ya ji devê hevalan derdiket, hurmet û baweriya pê bû. Hemû hevalan gava qala wê dikirin, digotin ku lêgerînên wê, hezkirina ji hevrêtiyê û dilsoziya wê gelekî xurt bû. Bi rastî jî qîma xwe bi ya heyî nedanî. Her tim dixwest ên nû bafirîne. Û dida dû nûbûnê. Her tim wiha digot: 'Xiyaneta herî mezin a ez li vê jiyanê bikim, wê jiyaneke ji rêzê be. Ji bo ev nebe, heta ji min tê ez di nava hewldanan de me. Naxwe, eger ez berevajî vê rastiyê bijîm, wê ev yek bibe xiyanet li Rêbertî û hevrêyên di vê oxirê de canê xwe feda kirine'. Bi vê gotinê re dilsoziya xwe ya bi jiyanê re nîşan dida. Ronahî bi şehadeta xwe û bi berxwedana xwe ya beriya şehadetê re ev yek bi awayekî vekirî nîşanî me hemûyan da."

DI ŞERÊ 15 ROJAN DE PELÊN MÊWAN XWAR Û BI VÎ RENGÎ LI BER XWE DAN

Ronahî destnîşan kir, şêweyê şehadetê yê têkoşeran, rêbaza wan a jiyanê û dilsoziya wan a li jiyanê nîşan dide û bi vî rengî behsa berxwedana Ronahî û şêweyê şehadeta wê kir: "Ronahî, ku li Zagrosan gerîlatî dikir, ji bo xebatên cuda çû çiyayên Amanosan. Tevî komek ji hevalan berê xwe da Amanosan. Li herêma bi navê girê Kar ê li Amanosan, ji ber operasyona dijmin, tevî 2 hevalên xwe şehîd bû. Rêbaza şehadetê bandoreke mezin li gelê herêmê kiribû. Piştî berxwedana 15 rojan şehîd dibin û gundî tên li cenazeyên wan dinêrin. Dibînin ku di bêrîka hevalan de pelên mêwan hene. Ev yek bandoreke mezin li wan dike. Ronahî û hevalên wê 15 rojan bi xwarina pelên mêwan xwe xwedî dikin û bi vî rengî li ber xwe didin. Ronahî, di roja 15'an de ji bo nekeve destê leşkerên Tirk bombeyê bi xwe ve diteqîne û canê xwe feda dike. Heta kêliya dawî jî li dijî leşkerên Tirk şer dike. Di şer de gelek leşkerên dijmin jî tên kuştin. Şêweyê şehadeta wan, îspata serketina wan e. Heta dilopa dawî ya xwîna xwe şer dikin û tevlî karwanê nemiran dibin."