Sê parêzerên endamê Komeleya Ji bo Azadiyê Huquqnasî (OHD) ên li Midûryeta Giştî ya Karê Av û Binesaziyê ya Wanê (VASKÎ) ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bi erkê kontrolkirinê radibûn, piştî desteserkirina şaredariyan a ji aliyê qeyûman ve ji kar îsifa kirin.
Parêzer Cîhat Ertan, Medenî Gur û Sevda Aydin ragihandin ku ji ber bêmafiya li dijî vîna gel napejirînin ji erkê îstifa dikin. Parêzeran gotin: “Wezîfedarkirina qeyûman a ji bo şaredariyan wijdana gel aciz kir, ev ji aliyê me v e jî hate hîskirin. Wek hiqûqnas ji ber vê kiryarên kêfî îstifakirina ji erkê weke erkekî exlaqî, etîk û berpirsyar dibînin.”