Li dijî plana PDK'ê û Bexdayê berxwedana li Şengalê didome

Çalakiya gelê Şengalê ya li dijî peymana PDK-Bexdayê ku ji bo destekdayina li Asayîşa Êzîdxanê hatî destpêkirin di roja 52'an de didome. Nobedarên çalakiya rûniştî yên îro mamosteyên Saziya Perwerdeyê ya Şengalê bûn"

Çalakiya gelê Şengalê ya bi armanca destekdayîna Asayişa Êzidxanê hatî destpêkirin, di roja xwe ya 52’ yan berdewam dike. Mamosta Ferhan di çalakiyê de axivî û got ew ê heya dawî dijî plan û peymanên qirêj, li ber xwe bidin û  bi berxwedanê bi ser bikevin.

Gelê Şengalê bi çerçoveya dijî peymana Bexda û PDK'ê ya li ser Şengalê, bi armaca pişgirîdayîna Asayişa Êzidxan, li pêşiya Navenda Asayişa Şengalê kon vedane.

Çalakiya ku bi dirûşmeya “Em hemû asayiş in” hatiye destpêkirin di roja xwe ya 52’yan de ji aliyê meclis û saziyên Şengalê ve tê domandin  Xelkê Şengalê kom bi kom serdana konê berxwedanê dikin û pişgiriya xwe ya ji bo çalakiyê tînin ziman.

Mamoste Ferhan Elyas li ser berxwedana Şengaliyan axivî û da zanîn civaka Êzidî 52 roj in bi îradeya xwe dijî planên qirêj li ber xwe didin û got: “Piştî fermana 73’an gelê me ji nû de rêxistiniya xwe kir û bû xwedî îrade. Armanca peymana 9’ê Cotmehê a di navbera PDK'ê û Iraqê de ya ya li ser Êzidiyan, qirkirina Êzidiyan e. Wezîrê Parastinê yê Tirk Hulusî Akar, serdana Bexdayê kir, piştre jî çû Hewlêrê. Şengal mijara wan ya serek bû, dixwazin îradeya bi xwînê hatî bi destxistin, bixin armanca planên xwe yên qirêj. Dema dewleta Tirk tê Iraqê, bi ser Şengalê bûyerek diqewime. Em ê heya dawî dijî van plan û peymanên qirêj, li ber xwe bidin. Em ê bi berxwedanê serbikevin.''